Pênc deriyên din di navbera Kurdistan û Tirkiyê de tên vekirin

Hewlêr-KDP.info- Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Tirkiyê gehiştin rêkeftina dawî ku pênc deriyên din ên sînor di navbera Başûrê Kurdistan û Tirkiyê de werin vekirin û ew derî jî dê di navbera parêzgeha Dihokê û parêzgeha Şirnexê de bin.
Piştî civîna hevbeş di navbera şandeke hikûmî ku ji Şirnexê serdana serdana parêzgeha Dihokê kiribûn, û rêvveberê deryê Îbrahîm Xelîl yê navdewletî, hat ragihandin ku dê van nêzîkan pênc deriyên din ên sînor di navbera Başûrê Kurdistan û Tirkiyê de werin vekirin û ew derî jî dê di navbera parêzgeha Dihokê û parêzgeha Şirnexê de bin.
Her yek ji parêzgarê Dihokê Ferhad Etrûşî û parêzgarê Şirnexê Mihemed Akifî, di kongireyekê rojnamevanî de ragihandin: “Dê bandore Vekirina wan 5 deriyan li ser çalkirina livandina bazirganiya di navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyê bike û peywendiyên navbera wan bi hêztir bibe.”




