25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Nêçîrvan Barzanî piştevaniya pêvajoya aşitiyê li Tirkiyeyê dike

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê herêma Kurdistanê pêşwazî li Leyla Zana parlamentera serbixweya bajarê Amedê û Sirî Soreya Under parlamenterê HDPê yê Stenbulê kir û di civînekê de behsa pêvajoya aşitiyê kir.

Di civênê de ku, îro roja çarşembiyê 23.07.2014ê li bajarê Hewlêrê bi rêve çû, pêşhatên dawiyê yên pirosesa aşitiyê li Tirkiyeyê û ew pêngavên qanûnî yên di warê çareserkirina pirsa kurd li Tirkiyeyê de hatîne avêtin hatin nirxandin û di vê çarçoveyê de Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê herêma Kurdistanê ew pêngavên qanûnî ji bona çareserkirina pirsa kurd li Tirkiyeyê bi awayekî aşitî û siyasî bi karekî giring wesif kir û piştevaniya xwe û hikûmeta herêma Kurdistanê bi pêşdebirina pêvajoya aşitiyê û danan çarçoveyekî qanûnî bo wê pêvajoyê nîşan da.

Leya Zana parlamentera serbixweya bajarê Amedê û Sirî Soreya Under parlamenterê HDPê ku, vê dawiyê li girava Îmraliyê serdana Ebdula Ocelan kir bû,  li heber kar û xebatên serokwezîr yên di warê destpêkirin û berdewamiya serketina pêvajoya aşitiyê li Tirkiyeyê,  silav û rêzên Ocelan bi Nêçîrvan Barzanî gihandin û daxwaz jê kir ku, weke hertim di piştevaniya pêvajoya aşitiyê û çareserkirina pirsa kurd bi aşitî li Tirkiyeyê berdewam be.

Pêşhatên herêmî bi giştî û paşeroja pêvajoya aşitî û çareseriyê û hilbijartinên serokomariya Tirkiyeyê hin mijarên din yên civînê bûn.

Nûçeyên têkildar