Rojhelatnasek: Pêngavên Serok Barzanî ji bo referandûmê rast û dirustin

Hewlêr-KDP.info-Rojhelatnasek derbarê rewşa niha ya Iraqê û sitratîjiya Serok Barzanî ya girêdayî mafê çarenivîsê, dibêje, çendîn bijarde li pêşiya Kurdistanê hene, lê Serok Barzanî dibîne ku dema referandûmê hatiye, û ev şirovekirin rast û dirust e.
Di çavpêketinekê de ligel Govara Gulan, rêveberê lêkolînên Rojhelata Navîn, Profîsor Yost Hêltirman, got: “Bawerî di navbera Hewlêr û Bexdayê de nemaye û vegera baweriyê karekî zehmete, meseleya sereke niha ew e ku hikûmeta nû pêk were û hemû alî têde beşdar bin û desthelat bê dabeşkirin, hewil û kar ji bo parastina yekîtiya axa Iraqê alozir bûne.”
Di dawiya axaftina xwe de, Profîsor Yost Hêltirman, dibêje: Çendîn bijarde li pêşiya Kurdistanê hene, lê Serok Barzanî dibîne ku dema referandûmê hatiye, û ev şirovekirin rast û dirust e.




