Lelya Zana bo Parlamentoya Kurdistanê: kurdên her 4 perçeyan hêviyeke mezin bi parlamentoya we heye

Hewlêr-KDP.info- Lelya Zana û parlamenterê Stenbolê yê HDPê Sirri Sureya Onder serdana Parlamantoya Kurdistanê kirin û Leyla Zana got, ez bi vê yekê serbilind im ku serdana parlamentoya Kurdistanê dikim û serokekî genc pêşwaziya min dike, kurdên her 4 perçeyên Kurdistanê hêviyeke mezin bi parlamentoya we heye.
Serokê Parlamentoya Kurdistanê Dr. Yûsif Mihemed Sadiq, û cîgîrê wî Cefer Êmênkî pêşwazî li parlamentera serbixwe ya Amedê Lelya Zana û parlamenterê Stenbolê yê HDPê Sirri Sureya Onder kirin û her du alî behsa rewşa siyasiya deverê bi giştî û ya Îraq, Sûriya û Rojavayê Kurdistanê kirin.
Leyla Zana û Sirri Sureya Onder ku duh gihîştin Başûrê Kurdistanê, îro li Parlamentoya Kurdistanê bi serokê parlamentoyê Dr. Yûsif Mihemed Sadiq û alîkar û sekreterê parlamentoya Kurdistanê re hevdîtin pêk anî.
Di destpêka civînê de Leyla Zana got: “Ez bi vê serbilind im ku serdana parlamentoya Kurdistanê dikim û serokekî genc pêşwaziya min dike, min silavên Ocalan ji parlamentoya Kurdistanê re aniye û kurdên her 4 perçeyên Kurdistanê hêviyeke mezin bi parlamentoya we heye.”
Sirri Sureya Onder jî kêfxweşiya ji serdana Parlamentoya Kurdistanê anî ziman û got: “Divê kurd hemû bi hev re kar bikin. Girîng nîne kîjan perçeyê Kurdistanê be girîng ew e ku dilê me bi hev re be. Em her dem serkeftina we dixwazin û hêvîdar im armanca we xizmeta gelê kurd û avakirina dewleta kurdî be.”
Piştî bi dawî hatine civînê de jî di presskonferansekî de Leyla Zana û Yusif Muhemed naveroka civînê ji raya giştî re eşkere kirin û civîna han bi civîneke girîng û serkeftî wesif kirin.
Leyla Zana û Sirri Sureya Onder ji bona gihandina peyama Ocalan bo Barzanî û Talebanî serdana Herêma Kurdistanê kirine.




