26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Nêçîrvan Braznî: Silav ji bo wan qehreman û lehengên ku hemwelatiyên navçeyên Kurdistanî diparêzin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, di merasîma xelatkirina xwendevanên yekemîn li ser asta Kurdistan û Iraqê de, ragihand ku xwendevan hêviya pêşeroja welatin û dive di avakirin û pêşxistina Herêma Kurdistanê de rola xwe bibînin. Herwiha silavên xwe ji bo wan qehreman û lehengên ku hemwelatiyên navçeyên Kurdistanî diparêzin şand.

Her di wê merasîma ku îro sêşemê li Hewlêrê hat lidar xistin, Nêçîrvan Barzanî, got ku “hikûmeta Herêma Kurdistanê xwedî sitratîciyeke dirêje di warê perwedeyê de, hevdem daxwaz ji sermayedar û veberhêneran kir ku di warê avakirina zanîngeh û dibistana de kar bikin û hevkariya hikûmetê bikin.”

Serokwezîr veneşart ku, “ji ber vê qeyrana darayî ya li Herêma Kurdistanê û hatina hijmareke mezin ji koçberan, erkê hikûmetê giran bûye bi taybetî di warê perwerdeyê de.”

Nêçîrvan Barzanî tekez kir ku “alozbûna li Iraqê, encamê siyaseta desthelata Iraqê ye ku ji ber pêşilkirina desûre, mixabin guh nedan Kurdan.”

Serokwezîr piştre ronahî xist ser rewşa wan navçeyên Kurdistanî yên derevey îdareya herêmê û hevdem rola pêşmergeyên Kurdistanê li parastina Kurdistanê ji metirsiyan, bilind nirxand û got jî: “Silav ji bo wan qehreman û lehengên ku hemwelatiyên navçeyên Kurdistanî diparêzin û bê tu cudahî asayiş û seqamgîriyê bo pêkhatên deverê peyda dikin.”

Nêçîrvan Barzanî, got: “Aliyên siyasî li Kuirdistanê yek dengin derbarê wan navçeyên Kurdistanî û nabe ew navçe bikevin ber metirsiyê û êrîşên tundrewan.”

Serokwezîr got: “Cihê şanaziyê ye ku pêkhatên cuda yên wan navçeyên Kurdistanî ji rola pêşmergeyan razîne û hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bona parastina wan navçeyan, çi jê bê wê bike.”

Nêçîrvan Barzanî derbarê qeyrana mûçeyên fermanberan jî got: “Ev rewş gelekî dirêj nake û ev kêşeya derengketina mûçeyan demkiye û dê çareser bibe, emê vê kêşeyê bi lez çareser bikin, mûşeyê ti kesî naçe, bi piştrastî hemû kes dê mûçeyê xwe werbigrin.”

Hevdem sipasiya xelkê Kurdistanê kir û got “ez sipasiya xelkê Kurdistanê dikim ku bergeyê vê rewşê girtine û em ser bilindin bi aramiya we, em we pişrast dikin ku emê vê rewşê çareser bikin.”

Her di wê merasîmê de, gotinên xwe arstey xwendevanan kir û ji wan re got: “Hûn beşdarin di best anîna xewna bav û kalên me, divê hûn di asta wê berpirsyaretiyê de bin ku hêviya xelkê Kurdistanê bi we heye, û hikûmet jî dê hevkarê we be di vê piroseyê de, tişta ku ji were derketiye, ji yên berî we re derneketibû, dive hûn di pêşxistina Herêma Kurdistanê de beşdar bin û rolekê berçav bibînin, divê hûn zanibin ku erkê ser milê we girane, ji ber ku hûn pêşeroja vî miletîne.”

Nûçeyên têkildar