26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Balafirên rejîma Sûriyê Şêxmeqsûd topbaran kirin

Çavkanî: KDP.info

Rojavayê Kurdistanê-KDP.info- Hêzên artêşa Sûriyê Taxa Şêxmeqsûd a Helebê topbaran kirin,  yek jê zarok 2 kesan jiyana xwe ji dest dan.

 

Li gor agahiyan, Hêzên artêşa Sûriyeyê şevê din 21/7/2014 taxa Şêxmeqsûd Xerbî ya Helebê topbaran kir. Di encamê de zarokek û welatiyekî jiyana xwe ji dest da, 4 welatî jî birîndar bûn.

 

Herwiha li gorî wan agahiyên, navên qurbaniyan wiha ne: “Yehya (12) û Cumaa Mehmûd Marêî (37) ji şêniyên bajaroka Marêi  e.”

 

Taxa Şêxmeqsûd akinciyên wê Kurdin û ev demeke hêzên rejîmê bi top û balafiran êrîşî wê dikin û gelek welatiyên sivîl bûn qurbanî.

Nûçeyên têkildar