Piştî Mesîhiyan, êrîş niha li ser Kurdên Mûsilê ne

Mûsil-KDP.info- Endamekî Encûmena Parêzgeha Mûsilê ragihand ku piştî Mesîhiyan, DAIŞ êrîşî Kurdan jî dike û eger wî bajarî vala nekin wê ew çekdar wana bikujin.
Daûd Cinûbî, ndamê Encûmena Parêzgeha Mûsilê, ji KDP.info ragihand: “Piştî ku çekdarên DAIŞê gef û êrîşî Mesîhiyan kirin û ji ber vê yekê ji Mûsilê reviyan, niha jî êrîşî Kurdan dikin ku eger wî bajarî bicîh nehêlin, ewê wan bikujin.”
Ji aliyê xwe ve, berpirsê liqa 14 ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDKê) li Mûsilê, Seîd Memozînî, got: “Doh êrîş çûne ser 100 malên Kurdan, ku wî bajarî bi cîh bihêlin yana jî dê wan bikujin, bi bê ku ti demekê ji wan re diyar bikin, lewra renge Kurd ji Mûsilê bên derxistin.”
Memozînî got jî: “Piştî êrîşên ser Mesîhiyan, heta niha nêzîkî 700 malbatî ew bajar bi cîh hiştine û tenê 25 malbat mane û amadene pere û seraneyan bidin DAIŞê, ji ber ku berjewendiya wan li wêde heye.”
Diyar jî kir, “her doh li Mûsilê li taxa Şuheda, du welatiyên Tukiman yên Şîe, ji aliyê çekdarên DAIŞê ve hatin revandin û heta niha jî çarenivîsa wan ne diyar e.”
Berpirsê liqa 14 ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDKê) li Mûsilê, got: “Doh DAIŞ biryar da, ku herdû beşên hozanvanî û yasayê li zanîngeha Mûsilê bigre, ji ber ku bi nêrîna wan ew du beş li dijî şerîeta ola Îslamî ne.”




