26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

komeleya civakîya Kurdên Sûrîya dê alîkarîyan ji bo Kurdên Sûrîya kom bike

Çavkanî: KDP.info

Serokê komeleya civakîya Kurdên Sûrîya Mihemed Bozan ragihand, ku sibe dê hilmeteke niştimanî ji bo vekomkirina alîkariyan ji kurdên rojavayên Kurdistanê re ewên ji ber rejîma Sûrîya berê xwe dane Herêma Kurdistanê, ev hilmeta han jî dê 10 rojan berdewam bibe.

Di evê derbarê de li gorî ajansa "Midya News", Bozan di kongreke rojnamegeriyê de li avahiya komeleyê li Hewlêrê da xuyakirin, ku biryar dê roja yekşemê hilmeta wan li bajêrê Hewlêrê dest pê bike û 10 rojan bidome.

Bozan eşkere kir ku kampaniya ji bal komeleya wan vê tê rêkxistin bi hevkariya parêzgeha Hewlêrê, dezgeha xêrxwazî ya Barzanî û hejmarek dezgehên din ên hikûmeta herêmê.

Bozan da nîşandan, ku bi armanca vekomkirina hejmareke pir ji alîkariyan, dê 4 kon li parka Samî Ebdilrehman, parka Şaneder, li pêşiya Majidi Mall û Family Mall bên vegirtin, herweha 4 sindoqên gerok her roj li mizgeft û dêrekê dê bêne gerandin.
Bozan xuya kir ku ew alîkarî dê bi rêya rêxistinên xêrxwazî re bo kurdên Sûriya bêne şandin.

Bozan got jî, “Niha rewşa darayî û civakî ya kurdan li Sûriya gelek xirab e bi taybet yên aware bûne û pêdiviya wan bi alîkariyê heye, lewra em daxwaz ji hemû xêrxwazan dikin alîkariya me bikin ji bo komkirina alîkariyan.”

Nûçeyên têkildar