Îmad Ehmed: Dîrok û Maddeya 140 Kurdistanî Bûna Kerkûkê Nîşan Didin
Îmad Ehmed cihgirê serok wezîrê H.H Kurdistanê îro piştî kombûnên xwe li Kerkûkê dikongireyeka rojnamevanî de ragihand, ku serdana wan bo Kerkûkê bo ewê çendê bûye ku Kerkûk beşeke cudanebû ya herêma Kurdistanê ye û ji ber ewê çendê pêywîste ku zêdetir xizmeta Kerkûkê bikin û li ser evî erkê xwe berdewam bin.
Serdana îro ya Îmad Ehmed cihgirê serok wezîrê H.H Kurdistanê û 9 wezîrê kabîneya hukûmeta herêma Kurdistanê bi wî re bû Kerkûkê, tenê rojekê piştî serdana Nûrî Malikî serok wezîrê Iraqê bo evî bajarî dihê. Îmad Ehmed di evê serdana xwe de tekezî li ser nasnameya Kurdistanî ya Kerkûkê kir û gotinên Malikî yên di bareya Iraqî bûna Kerkûkê de red kir.
Îmad Ehmed piştî kombûna li gel parêzgar û encûmena parêzgeha Kerkûkê, li gel rêvebirên gişt fermangehên Kerkûkê dîdar kir û ji arîşe û giriftên wan vekolîn kir.
Îmad Ehmed ku li gel Necmedîn Kerîm parêzgarê Kerkûkê beşdarî di kongireya rojnamevanî de kir, weha ragihand, ku serdana me bo Kerkûkê ji bo ewê çendê bû ku Kerkûk beşeke cudanebûyî ya herêma Kurdistanê ye. Her ji ber ewê çendê erkê me ye ku xizmeta wê bikîn û dê berdewam jî bin li ser çareserkirina arîşe û ewan giriftên ku rastî evî bajarî dihên.
Ehmed tekezî jî kir, ku ev serdana wan bo Kerkûkê hîç peywendî bi serdana serok wezîrên Iraqê Nûrî Malikî ve nîne. Îmad Ehmed weha jî da xuyakirin, ku Kerkûk û deverên dabirandî beşeke cudanebûyî yên herêma Kurdistanê ne.
Di bareya nasnameya Kerkûkê jî de, cihgirê serok wezîrê Kurdistanê got: em pabendî destûrê ne, nasnameya me herêma Kurdistanê ye. Kerkûk jî, dê mêjû (dîrok), rastî û maddeya 140 nasnameya wê dîyar bikin.
Ev bêjedana Îmad Ehmed di demekê de ye, ku îro peyvdarekê bi navê serokatîya herêma Kurdistanê ve di beyannameyekê de gotinên Malikî yên di bareya Iraqî bûna Kerkûkê de red kir û ragihand, ku Nasnameya Kerkûkê Kurdistanî ye. Serokatîya herêma Kurdistanê weha jî daye xuyakirin, ku bi hêz û sivirîna firokeyan bi ser esmanê Kerkûkê de, nasnameya evî bajarî nahê destnîşankirin.




