25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Parlamanto îro dê pirsa Serokmoariyê giftûgo bike

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Frakisyona Partiya Demokrat a Kurdistanê li Parlamantoya Kurdistanê daxwaz ji Parlamantoyê kirin ku îro pirsa yek alîkirina posta Serokomariya Iraqê bikeve nav bernameya karê civîna Parlamantoyê.

Pirsa berbijarê serokomariya Iraqê yek alî nebûye û Yekîtiya Nîştîmanî ya Kurdistanê jî du berbijar destnîşan kirine û hîna jî yek alîkirina şandina nûnerekî Kurd bi tenê bo Encûmena Nûnerên Iraqê yek alî nebûye, lewra fakisyona Zer li Parlamantoya Kurdistanê daxwaz kiriye ku pirsa yek alîkirina posta Serokomariya Iraqê bikeve nav bernameya karê îro sêşemê, di runişina Parlamantoyê de.

Berdevkê frakisyna Partiya Demokrat a Kurdistanê, Mihemed Elî Yasîn, ji KDP.info re ragihand: “Li gor madeya 56 ji pêrewa navxweyî ya parlamantoyê her frakisyonek dikare berî 24 seatan ji runiştina hesanî, daxwaza zêdekirina xalekê jibo ku bikeve nav bernameya karê Parlamanto bike.”

Mihemed Elî Yasîn, got jî: “Ji ber hestyarbûna rewşa niha, frakisyona Zer daxwaz kiriye ku îro sêşemê, pirsa yek alîkirina pirsa serokomariya Iraqê, ku ya Kurdan e, bikeve bernameyê karê Parlamantoyê.”

Berdevkê frakisyna Partiya Demokrat a Kurdistanê, Mihemed Elî Yasîn, diyar jî kir ku “Serokatiya Parlamatoyê daxwaza wan xistiye nav bernameya karê parlamanoyê û îro dê gelek giftûgo li ser were kirin.”

Nûçeyên têkildar