Parlîyamenterekî Iraqîye, heger bernameya çaksazîyê hate cihanîn, dê bawerî ji Malikî bihê vekşandin.

Parlîyamenterê firaksîyona Îtîlafa El-Iraqîye Yasîn Elûbeyîdî ragihand, ku daxwazkarîyeka vekombûna şîretkarîya Hewlêrê bo jêpirsîna serokê hukûmeta Iraqa fedral Nûrî Malikî di çarçoveya karnameya çaksazîya Hevpeymanîya Niştimanî de ye, her di evê çarçovê de em bawerîyê jê werdigirin.
Herweha Elûbeyîdî weha jî da nîşandan, ku gelek pêdivîye li sr alîyên sîyasî bi awayekî ciddî tekezî li ser bi cihanîna vê karnameya çaksazîya han bikin, ewê ku Hevpeymanîya Niştimanî ji bo çareserkirina qeyrana sîyasî amade kirîye.
Elûbeyîdî da nîşandan, ku heger hat û ev karnama han bi awayekî ciddî hate cihanîn wê demê ti pêdivî bi jêpirsîna Malikî nake, ji ber ku li gorî evê karnameyê malikî nikare berdewam bibe.




