Divê heta sibê YNKê xwe yek alî bike.. 4 aliyên Kurdistanî ji 2 berbijarên YNKê dilgiranin

Hewlêr-KDP.info- Derbarê civîna îro ya aliyên siyasî ligel Yekîtiya Nîştîmanî ya Kurdistanê (YNKê), endamê polîtboruya Partiya Demokrat a Kurdistanê, Mehmûd Mihemed ragihand: “Em bi diyarkirina 2 berbijaran ji aliyê YNKê ve dilgiranin û me bi fermî daxwaz ji YNKê kir ku tenê yek berbijarî ji bona posta serkomariyê diyar bike, ji bo ku nûnerên me li parlamentoya Iraqê ligel nûnerên aliyên din, bikaribin deng bidin wî berbijarî.”
Mehmûd Mihemed ku di civîna îro ya aliyên siyasî de, nûnerayetiya Partiya Demokrat a Kurdistanê dikir, ji KDP.info re ragihand: “Ev post ji bo neteweya Kurdane, di nava Kurdan de biryar hatiye sitendin ku YNKê kesekî bike berbijarê posta serkomariyê, niha YNKê di nav xwe de 2 kes berbijêr kirine, ev yek jî pirsgirêkê ji hemû aliyan re çêdike, çi ji Kurdan re û çi ji bona ew parlamanterên ku dixwazin dengê xwe bidin berbijarê Kurdan, lewra em 4 aliyên siyasî yên Kurdistanî, me komîteyek pêkanî û em ligel polîtburoya Yekîtiya Nîştîmanî ya Kurdistanê civiyan, û me bi fermî ji wan re got em em ji berbijarkirina 2 kesan dilgiranin û me daxwaz ji wan kirin tenê yek kesî berbijêr bikin, , ji bo ku nûnerên me li parlamentoya Iraqê ligel nûnerên aliyên din, bikaribin deng bidin wî berbijarî.”
Ew pênc aliyên ku îro li Silêmaniyê ligel Yekîtiya Nîştîmanî ya Kurdaistanê YNKê civiyan her yek ji Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDKê), Tevgera Goran, Komeleya Îslamî ya Kurdistanê û Yekgirtûya Îslamî bûn.
Endamê polîtboruya Partiya Demokrat a Kurdistanê, Mehmûd Mihemed ragihand: “Divê heta sibê Yekîtiya Nîştîmanî ya Kurdaistanê YNKê wê mijarê yek alî bike, ji ber ku disbe çarşemê muhleta dawî ye û pêwîste jî wê yekê li ber çav bigrin ku divê nûnerê were diyarkirin û em nekevin ber egerên ku gelo emê dengan bidest bînin yan na.”
Mehmûd Mihemed diyar jî kir ku mebesta wî ewe “ku YNKê berbijarê xwe amade bike daku ew berbijar karibe bi hesanî dengan li nava Palamantoyê bi dest bîne û bibe Serokomarê Iraqê.”




