Elî Ewnî: Dema serxwebûnê hatiye û PDKê ji bo bi destxistina xewna Gelê Kurd hatiye avakirin

Hewlêr-KDP.info- Endamekî Encûmena Serkirdatiya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDKê) dibêje, daxwaza PDKê ji bo encamdana referendûmê li navçeyên rizgarkirî û mijara serxwebûna Kurdistanê, ne ji bo ragihandinê ye, lê belê dema wê hatiye, û ji erkê PDKê behsa wê bike, ji ber ku PDKê ji bo bi destxistina xewna Gelê Kurd hatiye avakirin û dibêje di baştirîn rewşa pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê de, Herêma Kurdistanê dê Konfidraliyê bi dest bîne.
Elî Ewnî, Endamê Encûmena Serkirdatiya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDKê) ji KDP.info re got: “Pirsa serxwebûna Herêma Kurdistamê ku berdewam PDKê tekez liser dike, ne mijareke ji bona ragihandinê bi tenê, ku gelek carî behsa wê dike, niha ne dema hilbijartinane ku em piropagendiyê ji xwe re bikin, eger ne dema wê be PDKê behsa wê neke, renge ev behis kirin bibe sedema xeyidandina hinek dewletên ku kêşeyên wan ligel Kurdan hene.”
Elî Ewnî got: “Pirsa encamdana referandûmê li navçeyên rizgarkirî, karekî pêşiye û pêwîste ewe w navçe vegerin ser Herêma Kurdistanê, pirsa serxwebûna Kurdsiatê jî, hêvî û omîdiya hemû Kurdane û Partiya Demokrat a Kurdistanê ji bo bi destxistina xewna Gelê Kurd hatiye damezrandin.”
Ew berpirsê PDKê rêdetir zelal kir ku “her kesek yan aliyek li dijî pirsa referandûmê li navçeyên rizgarkirî û serxwebûna Kurdistanê bisekine, wê bikeve ber nefreta dîrokê û Gelê Kurdistanê, lewra yekdengiya aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê Pandora xwe heye û pêwîste Partiya Demokrat a Kurdistanê rastiyê ji xelkê re zelal bike û amadekariyê ji bo encamdana referandûmê û serxwebûnê bike.”
Elî Ewnî, diyar jî kir ku “yekîtiya navmala Kurdan, ne tenê yek dengiya çend partiyên siyasî ye, lê belê yek dengiya Gelê Kurdistanê ye û piraniya xelkê Kurdistanê jî piştgîriya peyamên Serok Barzanî dikin, ji ber ku evna pirseke tu kes nikare li pêşiya wê bisekine.”
Ewnî got jî: “Çûna Kurdan ji bona Bexdayê û hevdem daxwaza serxwebûnê ne li dijî hevin, ji ber ku piroseya serxwebûna Herêma Kurdistanê dem jêre dive û zehmete Iraq vegere berî bûyerên Mûsilê, û eger di baştirîn sînaryo de hikûmeta Iraqê dirust bibe, dê Konfîdralî ji bona Kurdistanê û herêmên din pêk were, lewra pêwîste peywendiyên me ligel Bexdayê berdewam bin.”
Endamê Encûmena Serkirdatiya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDKê), Elî Ewnî, di dawiya gotina xwe de got jî: “Beşdarîkirina Kurdan di hikûmeta nû ya Iraqê de, tu bandoreke nerênî nake, ji ber ku tenê ji bo referandûmê komek amadekarî pêwîstin, wek pesendkirina yasaya komisyonê û yasaya hilbijartinan. “




