26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Yekem kombûna Encumena Bilinda Danûstandinê hat lidarxisitin

Çavkanî: KDP.info

Li ser pêşnîyaza hukûmeta herêmê û bi serpereştîya parlîyamenta Kurdistanê, kombûneka şîretkarîyê dejimara 10ê sibê roja şemîyê hat sazkirin, têde biryara pêkhatina komîtyekê ji hemû alîyan hate dan.

Wek tê xuyakirin ku ev kombûna han ji bo şîretkarîyê derbarê pêkanîna ( Encumena Bilinda Danûstandinê digel hukûmeta fedral) hat sazkirin.

Ev kombûna han bi serpereştîya D. Erselan Bayîz serokê parlîyamenta Kurdistanê û D.Roj Nûrî Sawîş cihgirê serokê hukûmet û D. Hesem Muhemmed Sûre cihgirê serokê parlîyamentê û serokên firaksîyon û pêkhatên Kurdistanê li parlîyamenta kurdistanê û Iraqê û D. Muhemmed Îhsan nûnerê hukûmeta herêmê li Baxdadê û Seayîd Xalid rêkxerê navbera hukûmet û parlîyamentê hat sazkirin.

Di evê kombûnê de biryar hat dan, ku komîteyek ji serokên firaksîyonên parlîyamenta Kurdistanê û nûnerên firaksîyonan li parlîyamenta Iraqê û hukûmeta fedral û nûnerê hukûmeta herêma Kurdistanê were pêkanîn.

 

 

Nûçeyên têkildar