26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Asayişa PYDê endamekî (PDK-S) girt û rojnamevan Malva Elî serbest berda

Çavkanî: KDP.info

Rojavayê Kurdistanê-KDP.info-Asayişa Partiya Yekîtiya Demokratîk PYDê li Dêrkê, avêtin ser dukana Xelîl Erfo, endamê Partiya Demokrat a Kurdistanê-Sûriyê (PDK-S) girt û rojnamevan Malva Elî serbest berda.

Li gor agahiyan, vê sibehê asayişa PYDê li bajarê Dêrkê avêtin ser dukana endamê Partiya Dîmokrat a Kurdistanê-Sûriyê, Xelîl Erfo û ew birin cihekî ne diyer.

Herwiha li gor wan agahiyan, Asayişa PYDê ew endamê PDK-S bi tohmeta karê siyasî û danheva alîkariyên mehane ji bo partiya xwe, hatiye bin çav kirin.

Ji aliyekî dî ve, doh yekşemê, asayişa PYDê li Dêrkê rojnamevan Malva Xelîl li ser rêbendeke asayişa li gondewarên Dêrkê girt, û piştî çend seatan ji lêkolînê ji aliyê Asayişê ve serbest hat berdan.

Nûçeyên têkildar