Şer û pevçûn kefte navbera Sûrîya û Urdinê

Şer û pevçûn kefte navbera Hêzên rejîma Beşar El-Esed û hêzên supayê Urdinê li ser sînora herdu welatan, ku herdu alîyan teqe li hev kirine.
Di evê derbarê de li gorî ajansa Reuters, çalakvanekî Sûrî ragihand ku şer û pevçûn li devera Til Şehab-Tira kefte navbera herdu alîyan ku bi 80 km ji peytexta Ûrdinê ve dûre.
Herweha got, hêzên Sûrîya teqekirin da ku nehêlin penaberên Sûrîya ewên ji rejîmê revîyane ber bi Ûrdinê ve biçin.
Li gorî pêzanînan ku ev pêkdadanên han metirsîdartirîn pêkdadanin navbera herdu alîyan.




