Li Hekarê şer di navbera êlan de berdewam e
__2014_07_21_h13m21s12__BA.jpg)
Hekarê-KDP.info- Şerê li Hekarê di navbera du êlan de berdewam e û bajar kir du alî û bû sedema qedexeya derketina kolanê.
Li Colemêrga şerê êlan lê berdewam e, qedexeya derketina kolanê berdewam e û herwiha hewldanên Parêzgeha Hekarê û wekîlê HDPê yê Colemêrgê Esad Canan ji bo aşitiyê didomin.
Li gor agahiyan Şerê ku di navbera 2-3 xortan de rûdayî, bûye şerê navbera êlan, ev yek me ditirsîne. Li Hekarê yekîtî û bihevrebûn heye.
Li gel qedexeya derketina kolanê, li bajêr pêşgiriyên derasayî jî tên girtin.
Li Hekarê şerê di navbera eşîrên Ertoşî û Pînyanîşîyan de ev çend roje didome. Di encama şerî de kesekî jiyana xwe ji dest dabû û 3 kes jî birîndar bibûn.




