26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Demîrtaş rexneyan li helwesta Tikriyê digire

Çavkanî: KDP.info

Ajans-KDP.info- Selahedîn Demîrtaş Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahedîn Demîrtaş dibêje, yê ku fermana Roboskî û Geziyê bide, nikare ji Îsraîlê re bêje kuştinê neke.

 

Hevserok û namzetê HDPê ji bo serokomariyê Salahedîn Demîrtaş ragihand ku, ew kesê ku sipasiya fermandarê artêşa Tirkiyê bike ku komkujiya Roboskî pêkaniye, û bêje fermanê kuştina zarokên parka Geziyê min daye, nikare ji Îsraîlê re bêje "xelkê nekuje".

 

Demîrtaş di çarçoveya gera xwe ya hilbijartinê li Ewropa, di mîtînga ku li bajarê  Koln li Almanya de hatibû lidarxistin de ji alîgirên HDPê re diyar kir ku, ji aliyekî serokwezîr Erdogan êrîş û komkujiyên Îsraîlê şermezar dike, û li aliyekî din jî heta niha hêzên wan yên li Malatyayê diparêze û bikartîne.

Selahedîn Demîrtaş anî ziman ku, di dîroka Tirkiyê de wek niha ewqas têkiliyên aborî, leşkerî û bazirganîya Tirkiyê bi Îsraîlê re baş nebûne, yê ku rast bixwaze asta têkiliyan dabixe, û Îsraîlê şermezar bike, wê van têkiliyan bibire, yan jî gelekî kêm bike.

Nûçeyên têkildar