Amerîka û Turkîya bi hevdure çêkirina devera dije-firînê li Sûrîya vedixwenin

roja şemîyê Wezîra derveya Amerîka Hillary Kilînton ragihand, ku Amerîka û Turkîya bi hevdu re hemû hilbijardeyên piştevanîya hêzên opozisîyona Sûrîya vedixwenin, yek ji wan hilbijatinan jî çêkirina devera dije-firrînê ye.
Di evê derbarê de li gorî ajansa Reuters, Hillary Kilînton piştî vekombûna xwe digel wezîrê dervayê Turkîya Ahmed Dawudoglu ragihand, ku pêdivîye Ankere û Washington bihevre hûrkarîyên pilana piştevanîya opozisîyona Sûrîya gengeşe bikin da ku dawî bi tund û dijwarîyê li Sûrîya bihênin.
Herweha Kilînton got, hinek rol heye pêdivîye supa û desteya hewalgerîyên Amerîka encam bidin".




