Daxuyaniyek ji Taner Yildiz derbarê petrola Kurdistanê

Enqere-AA-KDP.info- Wezîrê Enerjî û Çavkaniyên Siruştî Taner Yildiz ragihand ku 6,2 ji petola Herêmê çûne Tirkiyê û dahata wê dê ligel Herêma Kurdistanê û Bexda bi awayekî şefaf zelal bibe.
Taner Yildiz Wezîrê Enerjî û Çavkaniyên Siruştî li Tirkiyê li ser nefta ku ji Herêma Kurdistanê got: “Ji Hrêmê bi qasî 6,2 milyon bermîl sewqiyat hat kirin. Em hesabê van cuda cuda bi Bexda û Hewlêrê re parve dikin. Ji vê heta niha 4,2 bermîl bi 4 kargoyan hat sewqkirin, bi kîjan fîrmayan re peymanê dike ew dizanin. Ev kar di berpirsiyariya Tirkiyeyê de nîne.”
Derbarê nûçeya firtina petrol û sotemeniya jetê bo Îsraîlê, Yildiz dibêje: “Me wek hikûmeta Komara Tirkiyeyê bi tu awayî petrol û sotemeniya jetê nefirot Îsraîlê.”




