26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Vê hefteyê dê proje-yasaya hilbijartin û referandûmê were pesenkirin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Endamekî komîteya yasayî li Parlamantoya Kurdistanê dibêje, biryare vê hefteyê di civîna Parlamentoyê de piroje-yasaya komisyona serbixwe ya hilbijartinan û referandûmê li Herêma Kurdistanê were pesen kirin.

Şiwan Ehmed Numan, endamê komîteya yasayî li Parlamantoyê Kurdistanê ji KDP.info re ragihand: “Niha du proje-yasa li ser pêkanîna komisyona hilbijartinan û referandûmê li Parlamentoya Kurdistanê ne, xwendina yekem ji yekê ji wan re hatiye kirin, û ji serokatiya Parlamentoyê re hatiye şandin.”

Wî parlamanterî tekez jî kir ku “di wan herdu proje-yasay de tenê li ser 2 madeyan hinek nêrînên cuda hene, ew jî endamên komîsyonê û şêwazê dengdanê.”

Şiwan Ehmed Numan, diyar jî kir ku “di civîna bê de, dê pirje-yasa bikeve bernameya kar de, ku biryare di van rojan de Parlamanto bicive.”

Endamekî komîteya yasayî li Parlamantoya Kurdistanê dibêje biryar hatiye sitendin ku di vê hefteyê de herdu proje bibin yek û piştî rêkeftin û gotûbêjên li ser wan bikevin dengdanê bo pesendkirinê.”

Nûçeyên têkildar