26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Parlamantoya Kurdistanê: Em êrîş û gefên ser Mesîhiyan şermezar dikin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokatiya Parlamantoya Kurdistanê , di daxuyaniyekê de dibêje, ew hemû êrîş û gefên ser welatiyên Mesîhî şermezar dikin û wan kiryaran bi şikandina beha û sînorên mafê mirov û azadiya bîrûbaweriyan dizanin, û daxwaz ji hikûmeta Herêma Kurdistanê dike ku hemû pêdviyên jiyanê ji koçberên Mesîhî re peyda bike û alîkariya wan bike.

Ev demeke li bajarê Mûsil û derdora wê welatiyên Mesîhî ji ber êrîş û gefên girûpên çekdaran cih û ware xwe hiştina û berê xwe dane herêma Kurdistanê, li hember de Parlamanto Kurdistanê van kiryaran şermezar dike.

Parlamentoya Kurdistanê di daxuyaniya xwe de wan kiryaran bi şikandina beha û sînorên mafê mirov û azadiya bîrûbaweriyan dizane, û daxwaz dike hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo dabînkirina pêdviyên jiyanê, hevkariya koçberên Mesîhî bike.

Herwiha Parlamentoya Kurdistanê daxwaz ji hikûmeta Herêma Kurdistanê dike ku hemû pêdviyên jiyanê ji koçberên Mesîhî re peyda bike û alîkariya wan bike.

Herwiha daxwaz ji civaka navdewletî kir hevkariya maddî û manewî pêşkêşî hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê bikin, ku bûne parêzerê tevahiya pêkhat û ol û netewe yên cuda li navçeyên Kurdistanî.

Parlamantoya Kurdistanê di dawiya daxuyaniya xwe de hêviyê ji rêxrawên navdewletî dikin ku bi hemahengiyê ligel hikûmeta Herêma Kurdistanê, bi zûtirîn dem hevkariya mirovî bighînin koçberan.

Nûçeyên têkildar