Serok Barzanî: Yan dabeşkirina bi temamî, yan jî her navçeyek desthilatekî xwe ya temam a xwe hebê

Hewlêr-KDP.info- Di çavpêkeftinekê li gel kanala El jezîre a Ingilîzî de serokê Herêma Kurdistanê ragihandiye ku ew gihêştiye wê baweriyê ku tenê 2 çare hene bo qeyrana niha ya Iraqê, yek ji wan dabeşkirina bi temamî ya Iraqê ye û yan jî her navçeyek desthilatekî xwe ya temam a xwe hebê û şeraketekî rasteqîne bê peyrew kirinê.
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî got: “Weku caran kesek li Bexdadê rûne û bêje ez serok wezîrim û fermandarê giştî yê hêzên çekdarî me û bi ezê bi kêfa xwe bikevin nava canê wê xelkê ew mumkin nîne.”
Serok Barzanî ew yek jî diyar kiriye ku eger ew bi hevre rûnin emê alîkariya wan bikin daku çareseriyekî bîngehîn bê dîtinê eger na, Iraq parçe bûye û roj bi roj jî ew parçebûn dê kûrtir bibe.
Serok Barzanî dibêje: “Meseleya serxwebûna Kurdistanê ne nûye û ev yek mafekî sirûştiye, gelê Kurd jî wek her neteweyekê û mafê xwe ji bo serxwebûnê heye, niha ew piroseye destpêkirye û amadekarî birêve dicing.”
Serokê Herêma Kurdistanê got: “Ji mere jî zehmete ku heta heta çaverê pêşerojekê nediyar bikin û em bibînin ku mafê me tê xwarin û ku destûr tê pêşel kirin, lewra Kurd neçare bi awayekî din bîr li ser çarenivîsa xwe bike.”
Serok Barzanî dibêje: “Ne çavê me li ser bistek ji axa Iraqê ye û ne em xwe bi ser kesî de feriz dikin, me xelkê û sînorê xwe parastine, li gelek cihan Pêşmerge berevaniyê li xelkên din, yên ne Kurd jî dike, her roj pêşmergeyên me ji bo wan şehîd û birîndar dibin.”
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ragehand ku Kurd ji parçebûna İraqê ne berpirsyar in û got: “Kurdan berdewam hewl dan ku İraqeke federal û demokratîk were damezrandin, lê belê Kurd nikarin li benda dahatûyeke nediyar bin, ji xeynî fikra biryardana serxwebûnê li hîç tiştekî din nafikirin.”
Derbarê bîrên petrolê yên Kerkûkê, Serok Barzanî dibêje: “Meseleya bîrên petrola Kerkûkê jî pir hatine mezin kirin, perê Pêşmerge ew pîr diparastin û niha jî her ew wî karî dikin, ne tu cihek dagîr kirine û ne destê xwe danîne ser tu cihî, dahata nefta wan bîran ji bona tevahiya xelkê Iraqê ye, ne tenê ji bo Kurde.”
Serok Barzanî dibêje: “Berî her tiştî divê derfet ji Gelê Kurdustanê re derkeve ku bi xwe biryarê li ser çarenivîsa xwe bide, ew meseleye nabe rêgir ku em alîkariya Iraqê nekin û tevlî piroseya siyasî nekin, emê beşdar bin heta ku Gelê Kurdistanê piryara xwe bide, û wê demê Parlamento û millet heye ku biryara xwe bidin, wê demê emê ligel aliyên siyasî yên Iraqê biaxivin, wek ez dibêjim em dixwazin ev yek bi xweşî be ne bi nexweşî, emê ligel Bexdayê biaxivin, wê demê desthelat di destê kê de be, emê jêre bêjin were em behsa vê yekê bikin, û em hêvîdarin bi xweşî be. Em wek Kurd careke din razînabin kesekî din biryarê li ser çarenivîsa me bide, yê ku dostayetiya me bike, emê sipasiya wî bikin.”
Serok Barzanî dibêje: “Eger baweriya me bi serxwebûnê neba, me behsa wê nedikir, eger em ne amadebana ji bona hemû qurbaniyekê, me wiha ne digot, serxwebûn mafê me ye, çawa xwedê ev maf daye Ereb û Faris û Ewropiyan, ew maf daye me jî, Em ne amadene careke din bextê xwe û çarenivîsa xwe tecrîbe bikin, me ev gav avêtiye, lê bi xwendin û hikmet û biryara gelê Kurdistanê dibe.”
Derbarê têkeliyên navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyê de, Serok Brazanî dibêje: “Guhertinek mezin bi ser siyaseta Tirdiyê hember Kurdan de hatiye, heta berî çend salan jî, anîna navê Kurdan qedexe bû, Serokwezîrê Tirkiyê birêz Erdogan li Diyarbekir got, belê kêşeyek heye bi navê kêşeya kurd, û divê bê çareserkirin . Erdogan hat Hewlêrê û got ew dem hatiye qedandin ku ji nivre înkara hebûna Gelê Kurd bê kirin, min ew roj bi rojekî pir dîrokî zanî, ku serokwezîrê welatê Tirkiyê vê gotinê bike, em bi hemû hêza xwe piştgiriyê li pêvajoya çareserkirina pirsa Kurd li Tirkiyê dikin, emê berdewam bin û hêvîdarin û inşalla dê bi serkeve, Ji Tirkiyê re diyar bûye ku em di her rewşekê de bin, em gefan li wan naxwin, û tenê em di nava welatên derdorê de, dostekî başin ji bona wan, û emê cîranekî başbin û emê hevkarê hevbin, ji ber ku Tirkiyê ji rewşa me fêmdike, lê wek dewletek, ne min daxwaz ji wan kiriye serxwebûna Kurdistanê nas bikin û ne wan jî xwe xistiye nava vê mijarê.”
Li ser pirsa gelo di nav aliyên Kurdî yên Herêma Kurdistanê de fikrên cuda hene bo meseleya referandûm û biryara serxwebûnê, Barzanî got: “Qet Kurd wek niha yekgirtî nebûne. Hemû partiyên Kurdî piştgiriya serxwebûnê dikin û tişta di medyayê de tê gotin dûrî rastiyê ye.’‘
Derbarê helwîsta Îranê li ser serxwebûna Kurdistanê, Serok Barzanî dibêje: Emê li gel wan rûnên û ji wan re behis bikin, emê hewil bidin nêrîna wan biguherin û ew baş agahdarên hemû nexweşiyên ku bi ser Kurdan de hatine.”
Derbarê helwîsta welatên Komkara Erebî li ser serxwebûna Kurdistanê, Serok Brazanî dibêje: “Raya giştiya hemû welatan ji mere girînge, di baweriya min de gelek welatên Erebî hene ku ji rewşa me fêmdikin û ez dibînim ku baştire Komkara Erebî xwe bi çareserkirina kirîzên hinek welatên Erebî ve mijûl bike, piştre bîr li ser tiştên din bike.”
Di dawiyê de Serok Barzanî dibêje: “Rewşa Iraqê pir aloze û ne mumkine bi hesanî were çareserkirin, tenê 2 çare hene bo qeyrana niha ya Iraqê, yek ji wan dabeşkirina temamî ya Iraqê ye û yan jî her navçeyek desthilatekî xwe ya temam a xwe hebê û şeraketekî rasteqîne bê peyrew kirinê.”
Hoşmîn Iniz




