Serokatiya Herêma Kurdistanê alîkariya nêvdewletî dixwaze

Hewlêr-KDP.info-Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê Umêd Sebah daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand ku, bi tundî li dijî êrişên li mesîhiyên Mûsilê tên kirin derket û daxwaziya alîkariya nêvdewletî kir ku bi teqez alîkariyê bidin Hikûmeta Herêma Kurdistanê; da ku bikaribin bi lez alîkariya van kesan bikin.Ev jî tekesta wê ye:
Li hewla dawî ya grûpên terorîstî da ku dest bi ser bajarê Musilê da girtine, bi awayeke dûr li dab û nerîta pêkvejiyan û bingeh û yasayên mafê mirov û ol, tehdîda derxistin û kuştinê li xuşk û birayên Mesîhî kirine û wan neçar kirine mal û cihên xwe bi cîh bihêlin û berev Kurdistanê birê bikevin.
Em weku Serokayetiya Herêma Kurdistanê vê karê terorîstiyê nemirovane bi tundî şermezar dikin û hevsozî û hevxemiya xwe jî ji bo wan xuşk û birayan derdibrîn û amadehiya Herêma Kurdistanê jî ji bo pêşwazî û yarmetîdan û parastina wan radigihînîn.
Daxwaz ji civaka navdewletî jî dikin her çi zûtire hevkariyê pêşkêşî Hikûmeta Herêma Kurdistanê bikin heta bi awayeke lez û hêja bikarîn hevkariyê lêqewimiyan bikîn û xem û azarên wan kêm bikîn.
Dr Umêd Sebah
Peyvdarê Fermî yê
Serokayetiya Herêma Kurdistanê




