Dîplomatkar û Serkonsolên welatên Cîhanê: Bi tenê Herêma Kurdistanê cihekî arame li navçeyê

Hewlêr-KDP.info-Parêzgeha Hewlêrê û mekteba peywendiyên derve ya Partiya Demokrat a Kurdistanê şeveke remezanê ji bo beşek ji dîplomatkar û Serkonsolên welatên biyanî saz kirin û tê de wan dîplomatkar û Serkonsolên cîhanê, ragihandin ku Kurdistan bi tenê cihekî arame li navçeyê.
Konsolî giştî yê Farensa li Hewlêrê Alin Gwê Niçat dibêje: “Ez li vî bajarî dilxweşim, baweriya me bi hêzên Pêşmerge û dezgehên ewlekariyê heye, lewra navçeyên Iraqê bi ti awayî nabin wek Herêma Kurdistanê.
Di wê şeva hêmin û aram de, dîplomatkar û Serkonsolên welatên biyanî ev rewşa niha bilin nirxandin ku bi saya serê hêzên Pêşmerge û ewlekariyê hatine.”
Di wê şevê de her yek ji Konsolê Birîyaniya, Farensa, holenda û cîgirê console Emerîka amadebûn, ligel Hêmin Hewramî, berpirsê mekteba peywendiyên Derve ya PDKê û Newzad Hadî Parêzgarê Hewlêrê.
Hêmin Hewramî got: “Ev kar beşeke ji peywendiyên me, em dixwazin dîplomatkar û Serkonsolên wetanên biyanî xelk û welatê me ji nêzîk ve bibînin û têkelî jiyana wan ya rojane bibin.”
Got jî: “Di heman demê de ev karê me ji bo ku em peyamekê bidin wan ku çiqasî Kurdistan aram û seqamgîre, û di riya wan re ev peyam bighînin weatê xwe.”
Hewramî ew yek jî diyar kir ku “hinek ji wan bawer nakin ku vê aramiyê dibînin, dibêjin em hest dikin ku em li Niyoyorkin, ew bi sadebûna xelkê pir dilxweşin, herwiha dibêjin bi tenê Herêma Kurdistanê cihekî arame li navçeyê.”
Hêmin Hewramî ev aramî û seqamgîriya li Herêma Kurdistanê vegerand ji bo xebata hêzên Pêşmerge û silav û rêza xwe ji wan re sand.
Ji aliyê xwe ve, konsolê Birîtaniya Li Hewlêrê Engîs Mekkî, amaje bi wê yekê da ku “asayişekî baş li herêma Kurdistanê belav bûye û ji aliyê ewlekariyê ve Herêma Kurdistanê bi temamî cudaye ji navçeyên din yê Iraqê, xelik li vêde hest bi aramiyê dikin û v yek karekî girînge û cihê dilxweşiyê ye.”




