Roj Nûrî Şawîsvegera Talebanî pîroz dike

Hewlêr-KDP.info-Cîgirê serokwezîrê Iraqê û endamê polîburoya PDKê, Dr. Roj Nûrî Şawîs vegera serok Mam Celal piştî ku bi mebesta çareserkirna rewşa tendirustiya xwe ji rêwîtiyekê vegerî xaka welatê li gelê Iraqê pîroz kir.
Cîgirê serokwezîrê Iraqê Şawîs bi helkefta vehera Serok Talebanî gelê Iraqê û malbata Talebanî ji dil ve piroz kir û da xuya kirin ku ew hêvîdare vegera Celal Talebanî hêz bide prosa siyasî ya li Iraqê birêve diçe, ev prosa siyasî ku ji bo avakirina Iraqeke demokrat, pir reng û di nav geşepêdanê be, pêdiviya wê bi kedên xêrxwaz heye.
Doh Serokmarê Iraqê û Sekreterê giştî yê Yekîtiya Nîştîmanî ya Kurdistanê, Celal talebanî vegeriya Herêma Kurdistanê.




