26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Brazanî ligel Rêkxerê Giştî yê Tevgera Goran civiya

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Îro şemî 19.07.2014 li Selahedîn birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Newşîrwan Mistefa Rêkxerê Giştî yê Tevgera Goran kir.

Li kombûnê da rewşa siyasî û emnî ya Iraqê nirxandin û li ser pêşhatên dawî ya proseya siyasî û hilbijartina Desteya Serokayetiya Encûmena Nûneran û sedemên wê yên li ber pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê guftûgo kirin.

Axaftina di derbarê berbijêrê Kurdistanê ya ji bo Serokatiya Komara Iraqê û rewşa siyasî û serbazî û aboriya Herêma Kurdistanê mijareke dinê vê civînê bû.

Nûçeyên têkildar