Hinartina petrola Herêma Kurdistanê zêdetir dibe

Hewlêr-KDP.info- Şareza behsa hinartina petrola Herêma Kurdistanê dikin û amaje bi wê yekê dikin ku li pêşerojê de hinartina petrolê zêde dibe.
Endamê berê yê Parlamentoya Kurdistanê di komîteya enerjiyê û çavkaniyîn sirûştî, Berzan Hewramî ji KDP.info re got: "Niha Herêma Kurdistanê nêzîkî 5 milyon bermîl ji petrola xwe şandiye dervey Tirkiyê, lê ji ber tijebûna embaran ew hinartin rawestaye, piştî valakirina wan, dîsa dê hinartin destpêbike, lewra dibe ku Herêma Kurdistanê rêjeya hinartinê bo 400 hezar bermîl di rojekê de bilind bibem ji bona ku qeyrana xwe ya darayî çareser bike."
Hevdem Parlamenterê Kurdistanê, Ferhan Cewher, ji KDP.info re ragihand: "Hinartina petrola Kurdistanê berdewam dibe û ew petrola ku niha tê şandin, dê rêjeya wê zêde bibe, heta ku rêjeya wê bighê asta pirkirina dahata Herêma Kurdistanê, ku ew yek jî dê bi rêya rêdetir hinartina petrpla Kurdistanê be."
Ferhan Cewher got jî: "Veger ji wê pêngavê re nîne, ji ber niha piroseya hinartinê zêdetir bûye, ji ber têkelkirina petrola Kerkûkê ligel petrola Herêma Kurdistanê."




