Serok Barzanî vegera Talebanî bo Kurdistanê pîroz dike

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Brazanî di peyamekê de kêfxweşiya xwe bo vegera mam Celal bo Kurdistanê anî ziman. Ev jî tekesta wê ye:
Bi navê xwedayê mezin û dilovan
Nûçeya vegera birayê minê birêz cenabê Mam Celal ya Kurdistanê min gelek xweşhal kir û hêvîdarim xwedayê mezin şîfayê tevahî bidiyê. Nexweşiya rêzdar kelênekî mezin li proseya siyasiya Iraq û Kurdistanê bi cîh hiştibû. Bi dilniyayiyê ve vegera cenabê wî dibê sedema pêşketina yekrêzî û birayetiya zêdetirê di navbera hêzên Kurdistaniyan bi taybetî ku gelê me bi qonaxekî hestiyar û yek alîker da derbas dibe.
Mesûd Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
19.07.2014




