Nêçîrvan Barzanî vegera Talebanî pîroz dike

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî vegera serokomarê Iraqê û Sekreterê Giştî yê YNKê Celal Talebanî bo Kurdistanê pîroz dike.
Nêçîrvan Barzanî di peyamekê de bi boneya vegera Talebanî ragihand ku rola mam Celal di jiyana siyasî ya Kurdistan û Iraqê de roleke dîrokî bû û roja vegera wî bo welat jî rojeke dîrokî ye ji bo gelê Kurdistanê.
Di peyama xwe de, Nêçîrvan Barzanî spasiya xwedayê mezin kir ku mam Celal û Kurdistan û xelkê Kurdistanê car din bi hevde şa kirin. Herwiha sapsiya welatê Almanya û wan tîmên bijîşîkî kir ku di dema borî de zehmetî di dermankirina wî de dîtine.
Nêçîrvan Barzanî bal kişande ser rola mam Celal di jiyana siyasî li Kurdistan û Iraqê de û got ku “Nexweşketin û dûrketina wî ji Kurdistan û Iraqê gelek bi aşkere di jiyana siyasî û desthilatdariya Iraqê de diyar bû, ji ber ku roleke wî ya dîrokî hebû û roja vegera wî bo welat jî rojeke dîrokî ye ji bo gelê Kurdistanê.”
Di dawiya peyama xwe de, serokwezîr Barzanî hêviya selametî û temendirêjiyê ji mam Celal re xwest.




