DAIŞ.. Mohleta dawî bo ji mesîhiyên Mûsilê îro ye

Mûsil-KDP.info- Rêxistina îslamî ya bi navê Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAIŞ) doh bi gundî gef li mesîhiyên Mûsilê xwar û ragihand, eger ji bajêr dernekevin dê bi şûran bi wan re biaxifin û îro jî mohleta dawî ye ji wan re.
Piştî ku rêxistina îslamî ya bi navê DAIŞê gefa kuştinê ji mesîhiyên Mûsilê xwar, mesîhî ji Mûsilê direvin û berê xwe didin Herêma Kurdistanê.
Rêxistina DAIŞê di xutbeyên nimêja îniyê de gef li mesîhiyên Mûsilê xwar ku eger ji Mûsilê dernekevin dê bên kuştin. Li gorî DAIŞê qaşo mesîhiyan guh nedane banga “xilafeta wilayeta Nînewayê” û dîtina xelîfe Ebûbekir Bexdayî red kirine, çimkî xelîfe ji wan xwestibû yan bibin musilman yan jî bacê bidin.
Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAIŞ) hefteya borî di daxuyaniyekê de ji mesîhiyên Mûsilê xwestibû, yan vegerin ser ola îslamî yan jî bacê bidin xilafeta îslamî eger ji van her du rêyan yekê qebûl nekin wê demê dê bi şûran bersiva wan bidin.
Lê mezinên mesîhiyên Mûsilê guh nedabûn wê yekê û neçûbûn civîna xelîlfe Îbrahîm (Ebûbekir Bexdadî) ji ber wê jî mohleta dawî ji mesîhiyan re hat dayîn ku eger hetta saet 12ê roja şemiyê (îro) Mûsilê neterikînin dê bi şûran bi wan re bipeyîvin.




