25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Peyamnêrên Bêsînor li hember êrişa li dijî rojnameya El Teaxî nerazîbûn nîşan da

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Saziya Peyamnêrên Bêsînor nerazîbûna xwe li hember êrişa li dijî rojnameya El Teaxî nîşan da û ragihand, ragihandina kurdî hem ji aliyê grûpên terorîst ve hem jî ji aliyê hikûmeta Iraqê ve rastî êrişê tên.


Di wê raporê de behsa rojnameya El Teaxî (ku organeke PDKê ye û bi zimanê erebî tê çapkirin,), dike ku roja 15 vê mehê avahiya wê ya li Bexdayê ji aliyê çend çekdarên ku kincên polîsên Iraqê li wan bûn, rastî êrişê hatibû û hemû alavên nav avahiya wê rojnameyê hatibûn dizîn.


Herweha Peyamnêrên Bêsînor eşkere dike ku rojnamevanên wê rojnameyê hatin tehdîdkirin ku eger dev jê bernedin dê her tiştek were serê wan.

Raporê axaftinên sernivîserê rojnameya El Teaxî Bedirxan Sindî weşand ku tê de dibêje, kesên ku ev êrişê kirin, kincên hêzên ewlehiyê ên Iraqê li wan bûn û  li otomobîlên polîsan siyar bibûn, lewa ew niha neçar in bi awayekî demkî weşana rojnameyê rawestînin.

Herweha alîkara birêvebira lêkolînan di saziya Peyamnêrên Bêsînor de Fircînî Dangil got, Dezgehên ragihandina Iraqê û bi taybet ragihandina Kurdî hem ji aliyê grûpên terorîst û hem jî ji aliyê hikûmeta Iraqê ve rastî astengiyan tên.


Raporê eşkere kir ku gellek dezgehên fermî yên ser bi hikûmeta Iraqê li dijî dezgehên ragihandina kurdî dest bi kampanyayê kirine û di 14ê meha Tîrmehê de Desteya Pêwendî û Ragihandinê hevdîtin ligel hejmarek ji rojnamevanan re pêk anîbû û gef li çend dezgehên ragihandinê xwar û pirraniya wan dezgehan kurdî ne, "Xwedê giravî ew dezgeh piştgîriya DAIŞê dikin". 

Nûçeyên têkildar