26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Qubad Talebanî bo welatiyên Silêmaniyê: Bila vala fîşek neyên teqandin

Çavkanî: KDP.info

Silêmaniyê-KDP.info- Alîkarê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û kurê Sekreterê Giştî yê YNKê û Serokomarê Iraqê, Qubad Talebanî ji welatiyan xwest ku fîşek neyên teqandin û bi awayekî aram pêşwaziyê li Mam Celal bikin.

  

Qubad Talebanî da zanîn ku bavê wî dê sibê vegere Kurdistanê û derbasî mala xwe ya li bajarê Silêmaniyê bibe lê li ser daxwaza Talebanî bi fermî pêşwazî lê nayê kirin.

 

Li ser sedema vê yekê jî Qubad Talebanî got, Mam Celal bixwe wisa xwestiye çimkî hewa gellekî germ e û meha Remezanê ye, pêşmergeyên leheng ên Kurdistanê jî niha li eniya şer û xebatê ne ji ber wê jî Mam Celal naxwaze merasim bê lidarxistin.

 

Kurê Talebanî ji welatiyan xwe jî xwest, kêfxweşiyên xwe ji bona vegera Mam Celal, bi awayekî aram nîşan bidin û got, bila vala fîşek neyên teqandin çimkî ew fîşek ji bona parastina Kurdistanê lazim in.

 

Biryare îro Serokomarê Iraqê Celal Talebanî, bi rêya belafirxaneya Silêmaniyê vegere Herêma Kurdistanê.

Nûçeyên têkildar