26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Parêzgarê berê yê Kerkûkê: Serdana Serok Barzanî pêkhateyên bajar piştrast kir

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Parêzgarê berê yê Kerkûkê ragihand ku serdana Serok Barzanî ji bo Kerkûkê pişrastî daye tevahiya pêkhatên bajar û dibêje amadekariyên rerferandumê û rapirsiya li Kerkûkê, pêngaveke pîroze.

Parêzgarê berêyê Kerkûkê, Ebdulrehman Mistefa, di daxuaniyekê de ji bo KDP.info got: “Ev derfeta ku ji Kurdan re hatiye gelekî girînge û nabe ji dest biçe, herwiha ew pêngavên ku derbarê referendum û rapirsiyê hatine avêtin, pêngavên pîrozin û pêwîste em piştgîriya wan bikin, ji ber ku ew hikûmetên pey hevre hatine ser desolate, yek ji wan bi Kurdan re nerast bû, niha jî piştî ku artêşa Iraqê şikest û pêşmerge hatin nava Kerkûkê, tevahiya pêkhatan bi bê cudahî diparêze, lewra dive em hemû bi yek deng piştevaniyê li wê biryarê bikin ku serkirdatiya Kurd daye, bi taybetî biryar û helwîstên Serok Barzanî, çi li ser asta navxwe û çi li derve jî.”

Ebdulrehman Mistefa Got jî: “Divê bi her awayekî em vê destkeftê ji dest nedin, ji ber ku careke din venagere.”

Derbarê serdana serokê Herêma Kurdistanê bo bajarê Kerkûkê û pişteastkirina pêkhatên wê deverê, Ebdulrehman Mistefa, dibêje: “Serdana Serokê Herêma Kurdistanê piştrastî daye pêkhatên bajêr, eger ne ji pêşmergeyên Kurdistanê ba, niha Kerkûk wek Mûsilê lê hatibû, lewra hemû aliyek bi wê yekê dilxweşin.”

Parêzgarê berê yê Kerkûkê herwiha diyar kir: “Divê îro Kurd hemû yek helwîst bin, kêşeyên xwe deynin alîkî, û gavan ber bi yekrêziyê bavêjin û bê cûdahî kar ji bona serxistina Kurdan bikin.”

Nûçeyên têkildar