25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Nameya Serok Barzanî radestî koşka Elîzê hat kirin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info-Serokê Dîwana Seroktiya Herêma Kurdistanê Herêma Kurdistanê, namekeke Serok Barzanî ku ji serokê Ferensa re şandiye, bir koşka Elîzê û şêwirmendê karubarê dervey serokê Ferensa ji Dr. Fûad husên re tekez kir ku Ferensa ji xwestek û rewşa Iraqê fêm dike û hêvî jî xwest ku peywendiyên welatî wî û Herêma kurdistanê berdewam bin û berev pêşde biçin.

Doh çarşemê 16/7/2014 li Koşka Elîzê ya Parîsa paytexta Ferensa, Cak Odîlbêr, şêwirmendê karubarê dervey serokê Ferensa, pêşwazî li Fûad Husên, serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê, kir.

Di hevdîtineke dostane de, Dr, Fûad Husên nameya Serok Barzanî ji bo  serokê Ferensa radestî şêwimendê karubarê dervey serokê Ferensa kir û di wê rûnişinê de gengeşe li ser rewşa siyasî ya Iraq û Kurdistan û navçeyê bi taybetî piştî bûyerên 10 hizêrana borî li bajarê Mûsilê, hate kirin.

Dr. Fûad Husên, bi eşkere behsa hatina rewşa nû ş qeyrana siyasî ya Iraqê kir û siyasta Serok Barzanî û Herêma Kurdistanê derbarê rewşa niha û pêşeroja Iraq û Kurdistanê ji bona şêwirmendê serokê Ferensa zelal kir.

Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê ew yek jî diyar kir ku, tevî ku Kurdan ji bo demekê dûr û dirêj hewil dida Iraqekî dîmokrat û federal ava bibe û biparêze, lê hewil û pirose bi serneket û niha di rastiyê de Iraq perçebûye û sedema sereke yaw ê parçebûnê jî, siyaseta şaş ya  Malikî ye.

Ji aliyê xwe ve, şêwirmendê karubarên dervey serokê Farensa, sipasiya Serok Barzanî kir ji bo şandina wê nameyê ji bona serokê Farensa ku ji xwestek û rewşa Herêma Kurdistanê fêm dike û hêvî jî xwest ku peywendiyên welatî wî û Herêma kurdistanê berdewam bin û berev pêşde biçin û daxwaz jî kir ku di hemû qonaxan de şêwir û têkelî di navbera her du aliyan de berdewam bin.

Nûçeyên têkildar