25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Hefteya bê piroje yasayên Komisyona Hilbihartinan û referandumê dê werin pejirandin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Seroka komîteya yasayî li Parlamentoya Kurdistanê dibêje, piroje yasayên Komisyona Bilind ya Hilbijartinan û Referandumê li Herêma Kurdistanê, hatiye amadekirin û hefteya bê dê werin pejirandin.

 

Dr, Vala Ferîd, Seroka komîteya yasayî li Parlamentoya Kurdistanê, ji KDP.info re got: “Berya niha 2 piroje yasaya ji bo Komisyona Bilinda Serbixwe ya Hilbijartinan û Referandumê hatibûn pêşkêşkirin û me jî li komîteya yasayî herdû piroje kirin yek piroje yasa û tenê çend xal mane û dê bidawî were û emê arastey serokatiya Parlamentoya Kurdistanê bikin.”

 

Dr, Vala Ferîd, got jî: “Hefteya bê di civîna Parlamentoya Kurdistanê de, dê made bi made were xwendin û bikeve dengdanê û pişter bê pejirandin.”

Nûçeyên têkildar