Civata Wezîran civiya û 4 biryarên girîng dan

Hewlêr-KDP.info- Civata Wezîran bi Serokatiya Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî civiya û di wê civînê de 4 biryarên girîng hatin sitendin, ya yekê girêdayî doseya wan 18 keçên Kurd bû û biryar hat dan ku redî îtîbar ji bo malbatên wan bê kirin, herwiha biryar hat dan ku lîjneyek pêk were ji bo çareserkirina kêşeya hijmartina nemreyên herdû polên 10 û 11 li ser nemreyên pola 12, herwiha biryar hat dan ku bi zûtirîn dem genimê cotyaran ji wan were kirîn û birayara dawî jî karkirin bi yasaya hemwarkirina yasaya kar û destberiyia civakî bû.
Îro çarşemê 16-7-2014 Civata Wezîran ya hikûmeta Kurdistanê bi Serokatiya Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî civiya û di destpêka civîna han de nunerê Yekîtiya nîştimaniya Kurdistanê Mele Yasîn ku beriya salekî bi fermana Serokwezîrê Kurdistanê bibû Serokê komîteya wenêrîna dosyeya wan keçên Kurd ku tê gotin ji aliyê rejîma Besê ve ji Misirê re hatine firotin, raporta komîteya han pêşkêşî civîna civata wezîran kir û got: “Ev nûçe û gotinên han ti rastiyeke wan tuneye lewre pêwîste tedbîrên qanûnî yên pêwîst li hember wan kes û nawendan ku ev tiştên han belav kirine werin stendin û civata wezîran jî ev daxwaza han pesend kir.”
Di berdewamiya civîna han de jî Serokwezîr sipasiya endamên komîteyê kir û biryar hat dan ku redî îtîbar ji bo malbatên wan 18 keçên Kurd bê kirin
Pişt re wezîrê perwerde bi awayekî kurt behsa kar û çalakiyên wezareta perwerde kir û raportek derbarê hijmara xwendekaran, hijmara debistanan û pêdiviyên wezaretê pêşkêş kir.
Her di vê derbarê de biryara damezrandina komîteyek bi hevbeşî Cîgirê Serokwezîr, wezîrên perwerde, xwendina bilind û karûbarên civakî bo çareserkirina kêşeya hijmartina nemreyên herdû polên 10 û 11 li ser nemreyên pola 12.
Di berdewamiya civînê de behsa kêşeyên kirîna genimê Cotkaran jî hate kirin û biryar hat dan ku bi zûtirîn dem genimê cotyaran ji wan were kirîn.
Herwiha behsa kêşeyên heyî û çawetiya çareserkirina wan jî hate kirin û birayara dawî jî div ê civînê de, karkirin bi yasaya hemwarkirina yasaya kar û destberiyia civakî bû.




