Parlamento hevkariya darayî bi ser malbatên şehîdan ve belav dike

Hewlêr-KDP.info- Parlamenterê Partiya Demokrat a Kurdistanê dibêje, Parlamentoya Kurdistanê hevkariya darayî bi ser malbatên Pêşmergeyên şehîd belav dike û bi qasî 2 milyon dinar ji bona her xêzanekê pêşkêş dike.
Endamê Parlamentoya Kurdistanê li ser frakieyona PDKê, Nazim Herkî, ji KDP.info re ragihand: “Parlamentoya Kurdistanê hevkariya darayî bi ser malbatên pêşmergeyên şehîd belav dike, ku hijmara wan 54 malbatin û ji bo her malbatekê jî qasî 2 milyon dinar hatiye diyar kirin.”
Nazim Herkî got jî: “Ji bona belavkirina van hevkariyan, 2 lîjne ji nava parlamentoyê pêkhatine û dê ji îro de dest bi belavkirina wan hevkariyan dikin.”




