26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Berpirsê liqa 5: Peywendiyekî veşartî di navbera zêrevanên rojnameya el-Taaxîû êrîşkeran de bûbû

Çavkanî: KDP.info

Bexda-KDP.info-Berpirsê liqa 5 ya Partiya Demokrat a Kurdistanê li Bexdayê ragihand ku şika wî heye li ser êrîşa ser rojnameya el-Taaxîû di wê baweriyê de ye ku dibe peywendiyekî veşartî di navbera hinek efserên wezareta Navxwe digel pasewanên rojnameyê de hebe, ku beşek ji wan zêrevanan bi xwe ser bi Wezareta Navxwe ya Iraqê ne, ji ber ku dergehê rojnameyê û liqa 5 yek dergehe.

 

Mihemed Emîn Delo, berpirsê liqa 5 ya Partiya Demokrat a Kurdistanê PDKê li Bexdayê, ji KDP.info re ragihand ku “ew çekdarên  êrîşî rojnameyê kirine, ser bi Esayibên Ehilulheqin û ji aliyê firakisyona Dewleta Yasa ve piştgîriya wan tê kirin û li Bexda bi eşkere êrîşî Kurdan dikin û rewşa Kurdan li Bexdayê ne başe.”

 

berpirsê liqa 5 ya PDKê li Bexdayêherwiha got jî: “Niha lêkolînên bûyera êrîşkirina ser rojnameya el-Taaxîberdewame û em çaverê encamên lêkolînên dikin.”

 

Berya du şevan hêzeke çekdarî ku cilên artêşa Iraqê li xwe kiribûn ûbi otombîlên polîsê Iraqê êrîşî avahiya rojnameya el-Taaxî li navçeya Kerade ya Bexdayê kirin û çekên zêrevanên avahiyê, otombîl û çend amûrên rojnameyê ligel xwe birin.

Nûçeyên têkildar