26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Beşar Esed sûnda yasayî xwar

Çavkanî: KDP.info

Ajans-KDP.info- Beşar Esed îro dora saet 12.45 li Koşka Gel li paytexta Sûriyê Şamê wek serokê Sûriyê sûnda destûrîxwar.

 

Serokê Sûriyê Beşar Esed li pêşiya jimareyek ji kesayetî û berpirsên bilind ên hikûmî ên Sûriyê li koşka gel sûnda yasayî xawr û di gotara xwe de ji bo hilbijartinên serokê ragihand ku, referandomê ew yek selmand kî serkeftî û kî binkeftiye li Sûriyê.

 

Beşar Esed got: “Îro xelkê Sûriyê serokê xwe bi rêya hilbijartinê destnîşan kir û eve jî wê yekê nîşan dide ku gelê Sûriyê bi peroşin bo parastina serweriya welatê xwe.”

 

Amaje bi wê yekê jî kir û got: “Şoreşa rasteqîne ya gelê Sûriyê beşdarîkirina li hilbijartinên serokatiyê bû.”

 

Esed got: “Ez pîrozbahiya we dikim we niştiman perweriya xwe selmand. Ji bo vê jî min niha sûnd bo parstina mafê gelê Sûriyê xwar.”

Nûçeyên têkildar