Gul qanûna pakêta pêvajoya çareseriyê qebûl kir

Tirkiyê-KDP.info-Serokamar Abdullah Gul Qanûna pakêta pêvajoya çareseriyê ji bo xurtkirina hevgirtina civakî û bi dawîkirina terorê qebûl kir û ji bo ku bê weşandin şande Serokwezîrtiyê.
Qanûn ji bo ku teror dawî bibe û yekîtiya civakê xurt bibe bingeh û usûlên pêvajoya çareseriyê verast dike.
Xebatên ku hikûmet dê bike, di qanûnê de wiha hatin rêzkirin:"Ji bo ku teror dawî bibe û yekîtiya civakê xurt bibe di qada siyasî, hiquq, civakî, aborî, derûnî, çandî, mafên mirovan, ewlekarî, dev ji çekan berdan û mijarên bi van ve girêdayî de gavên bên avêtin dê diyar bibin. Heke hewce bike bi kes û saziyên welêt û derveyî welêt re hevdîtin û xebat dê bên kirin. Ji bo ku ev xebat bimeşin mirov û sazî dê bên wezîfedarkirin."
Ji bo endamên rêxistinê yên ku dev ji çekê berdane û dê vegerin malê beşdarî jiyana civakî bibin, tevdîr dê bên hildan.
Musteşariya Ewlekariyê û Pergala Kamûyê dê koordînasyona van xebatan û xizmetên sekreteriyê bimeşîne.
Li gor qanûnê ew kesên ku ji bo van tiştan dixebitin ji bo van wezîfeyên xwe dê ji hêla huquqî, îdarî û cezayê ve berpirsyar nebîn.




