26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

ENKS: Yasaya leşkeriya icbarî gefeke ji bo valakirina deverên Kurdî

Çavkanî: KDP.info

Qamişlo-KDP.info-Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) careke din tekez kir ku ew “îtîrafê” bi rêveberiya xweseriya demokratîk a ku ji aliyê Partiya Yekîtiya Demokratîk PYDê û hevalbendên wê ve li Rojavayê Kurdistanê hatiye ragihandin, nake û dibêje yasaya leşkeriya icbarî gefeke ji bo valakirina deverên Kurdî û guhertina demografîk li herêmê.

Piştî civîna sekreteriya giştî ya ENKSê duh li Qamişlo, Endamê ENKSê Ehmed Berekat di kongreyeke rojnamevaniyê de encamên civînê ragihandin.

Ehmed Berekat got ku “ew amade ne di bin navê PYDê yan EGRKê yan jî TEV-DEMê danûstandinê bikin, lê ew îtîrafê bi rêveberiya xweseriyê nakin û danûstandinê di bin vî navî de ligel wan aliyan nakin”.

Daxuyaniyên Endamê ENKSê weke bersivdanekê li ser destpêşxeriya “Encûmena Eşîretên Kurd” ji bo despêkirina danûstandinan di navbera ENKS û EGRKê de.

Derbarê yasaya leşkeriya icbarî ku ji aliyê hevserokê kantona Cizîrê ve hat pesendkirin, Berekat bal kişand ku ew wek ENKSê dibînin ev yasa “gefeke ji bo valakirina deverên Kurdî û guhertina demografîk li herêmê”.

Ji aliyê xwe ve, endamê sekreteriya ENKSê Feysel Yûsif di kongreya rojnamevaniyê de got ku “eger her rêkeftineke leşkerî pêwîst be, divê di bin bane komîteya pispor a Desteya Bilind a Kurdî de be”.

Nûçeyên têkildar