Parêzgarê Dihokê: Deryê me ji birayên Mesîhî re vekiriye

Dihok-KDP.info-Bi mebesta agahdarbûn li rewşa wan koçberên Mesîhî yên ku ji ber nearamiya Iraqê koçberî Dihokê bûne, doh parêzgarê Dihokê Ferhad Emîn Etrûşî û Xurî Faîz, berpirsê rêxrawa Nuhedra, ligel zêdetir ji 200 xêzanî Mesîhî civiyan.
Parêzgarê Dihokê di gotinekê de bixêrhatina koçberên Mesîhî kir û got: Hûn niha li mala xwe ne û nebêjin em mêvanin yan penaberin, hûn xwedyê male ne û Kurdistan welatê me hemûyane, çi Mesîhî bin yan Kurd yan jî her çi netewekî din be, deryê me ji birayên Mesîhî re vekiiye û em wek parêzga û xelkê Dihokê amadene alîkariya wan bikin.
Ferhad Emîn Etrûşî, her wiha sipasiya rêxrawa Nuhedra kir ji bo sazdana vê civînê û ragihand: Niha em hewil didin kêşeya nebûna av û karebayê li Tilkêf û Betinayê û ew deverên din çareser bikin, ku çekdarên DAIŞê av û kareba li ser wan birîne.
Di dawiyê de parêzgarê Dihokê û rêxrawa Nuhedra hevkarî bi ser zêdetir ji 200 malbatên Mesîhî belav kir, ku pêkhatibû ji kelûpelên xwarinê û pêdiviyên jiyanê.




