Konsolê Filestîn: Mafê Kurdan heye biryarê li ser çarenivîsa xwe bidin

Hewlêr-KDP.info- Konsolî giştî yê Filestîn li Hewlêrê ragihand ku mafê biryar dan li ser çarenivîsê ji aliyê serkirdatiya siyasî ta Kurdî ve, mafî şerîy û hesane ku serokatiya Herêmê û encûmena wezîrên Kurdistanê û Parlamentoyê pêdagiriyê li ser maf û asayişa welatiyan bikin.
Di hevdîtinekê de ligel KDP.info, konsolî giştî yê Filestîn li Herêma Kurdistanê, Nezmî Hizûrî, got: “Her kesekî serperiştiyar berpirse li ser wê yekê ku dê çawa welatiyan birêve bibe û maf û erkê wan diyar bike, hevdem mafê çarenivîsê, mafê her alîyekî ye, dema ku em behsa Herêma Kurdistanê dikin, em dibêjin ji mafê wê yê şerîy heye ku biryarê li ser çarenivîsa xwe bide û tiştekî hesane ku serokatiya Herêmê û hikûmetê û Parlamentoya Kurdistanê pêdagiriyê li ser mafê welatiyê xwe bike û asayişa wan biparêze.”




