Selîm Cibûrî, Heyder Ebadî, Aram Mihemed ji bo serokatiya parlamento hatin hilbijartin

Bexda-KDP.info- Îro serokê parlamentoya Iraqê û her du alîkarên wî hatin hilbijartin. Li gorî rêkeftina navbera kurd, sunnî û şîe serokê parlamentoyê divê sunnî be, alîkarê yekem şîe û yê duyem jî kurd be.
Namzedê Hevpeymaniya Hêzên Iraqê Selîm Cibûrî (sunnî) bû serokê parlamentoyê.
Paşê endamê Hevpeymaniya Niştimanî ya Şîeyan Heyder Ebadî bi 188 dengan bû alîkarê yekem ê Cibûrî.
Parlamenterê Tevgera Gorranê li Parlamentoya Iraqê Aram Şêx Mihemed jî bi 171 dengan bû alîkarê duyem ê serokê parlamentoyê.




