26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî: Em nikarin heta hetayê di nav agirê Iraqê de bimînin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokê Kurdistanê li gel heyeteke Îranî civiya û di wê civînê de tekez li ser vê yekê kir ku Kurdistan nikare heta hetayê di nava agirê tundrewî yê mezhebî û îdarekirina şaş binpêkirina destûrê û xweferzkirina desthilatdarên Bexdayê de bimîne û diyar kir ku Kurdistan hertim piştgîriya aştî û biratî di navbera gelan de kiriye.

 

Îro 15-7-2014 li Selahedînê Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî pêşwaziya Cîgirê sekerterê civata ewlekariya netewî ya Îranê Dr. Reza Emîrî Moqedem û heyeteke pê re kir.

 

Di hevdîtineke de Moqedem kêfxweşiya xwe ya li hember serdana xwe bo Kurdistanê û herwiha hevdîtina xwe ya ligel Serok Barzanî diyar kir û herwiha sipasiya Serok Barzanî jî kir ku derfeta hevdîtina han afirandiye.

 

Moqedem di berdewamiya axaftinên xwe de behsa peywendiyên navbera Îran û Kuridstanê kir û got: “Peywendiyên han peywendiyên dîrokî ne û helwesta Îranê ya li hember Kurdistanê helwesteke eşkere û dostaneye û hêvî dikin gotinên ragehandinan yên piştî bûyerên Îraqê nebin sedema aloziya peywendiyên han.”

 

Di beşeke din ya vê hevdîtina han de heyeta Îranî behsa rewşa ewlekarî û porsesa siyasî ya Iraqê û herwiha pêk anîna hikûmeta nû ya Iraqê kir û rola Serokê Kurdistanê di warê pêşde birina prosesa siyasiya Iraqê de bi roleke girîng wesif kir û hêvî xwest bi lez dawî bi qirîzên heyî yên li Îraqê were û aramî ji Îraqê re wegere.

 

Li hember de jî Serokê Kurdistanê bixêr hatine heyeta mêwan kir û behsa peywendiyên dîrokî yên di navbera Kurdistan û Îranê de kir û got: “Kurdistan hertim piştgîriya aştî û biratî di navbera gelan de kiriye.”

 

Derbarê porsesa siyasiya Iraqê û herwiha bûyerên Mûsilê û rastiya niha ya Iraqê de jî Serokê Kurdistanê bi awayekî eşkere helwest û siyaseta Kurdistanê şîrove kir û anî ziman ku sedema sereke ya wan kirîzan hebûna çanda xwe feriz kirin û takerewiye di warê îdare kirina Iraqê de.

 

Serok Barzanî di berdewamiya axaftinên xwe de behsa metirsiyên terorê li ser Kurdistan, Iraq û deverê kir û got: “Beriya şeş mehan me rayedarên Iraqê ji vê rewşa han hayedar kirin lêbelê ev goh nedan şîretên me û piştî şikesta xwe rayedarên Îraqê hewl dan daku Kurdistan tawanbar bikin.”

 

Serok Barzanî tekez li ser vê yekê kir ku “Kurdistan nikare heta hetayê di nava agirê tundrewî yê mezhebî û îdarekirina şaş binpêkirina destûrê û xweferzkirina desthilatdarên Bexdayê de bimîne.”

Nûçeyên têkildar