Rojnameya Gardiyan: Dem hatiye xewna Mistefa Barzanî bicîh bê

Hewlêr-KDP.info- Dezgehê ragihandina cîhanî di raportên xwe de, derbarê rewşa niha ya Iraqê û bihêzbûna Kurdan piştî bûyerên dawî, berdewamin li ser şirovekirina rewşa Kurdistan û got raportên wan, her dem diçe Kurd ji serxwebûna xwe nêzîk dibin.
Rojnameya Gardiyan ya Brîtanî di raporteke wê de hatiye: Hêviya Kurdan ewe ku petrol Kurdistanê serxwebûnê ji wan re misoger bike. Behsa wê yekê jî dike ku xewna Kurdistanê ewe ku welatê wan bi sedema dahata petrolê bibe Nerwîj ne Fenzwêla yan Siûdiyê.
Ew raporta rojnameya Gardiyan amaje bi wê yekê kiriye ku, Mistefa Barzanî, di çend qonaxên jiyana xwe ya siyasî de, li derve li Îran û li Rûsiye, hewla damezrandina Dewleta Kurdistanê dida, lê diyare niha dema wê hatiye.
Herwiha behsa wê yekê dike ku niha Tirkiyê wek cîranekî bihêz bo Başûrê Kurdistanê, bûye hevalekî sitratîcî û dîblomasî û abûrî û nabe rêgir li pêşiya serxwebûna Kurdên li Başûrê Kurdistanê.
Ji aliyê xwe ve, rojnameya Waşinton Post her derbarê pirsa Kurd û pêgeha wan li Iraqê, behsa wê yekê dike ku ew navçeyên Kurdistanê yên vê dawiyê ketin bin destê Kurdan, dixwazin di bin deselata Kurdan de bimînin ne hikûmeta Iraqê yan DAIŞ yan Sunneyan de.
Herwiha dok jî, rojnameya Newyork Tames ya Amerîkayî raportek derbarê rewşa Îraqê de û herwiha hewldanên Kurdistanê yên bo ragehandina serbixweyî belav kiriye û bi awayekî berfire behsa rewşa Îraqê û parçe bûn wê welatî dike.
Di vê raporta han de hatiye nivîsandin ku ku eger heta yek anjî du hefteyeke din Serokên Îraqê lihev nekin wê Kurdistan serbixweyiya xwe ragehîne.




