26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Senatorekî Amarîkî: Divê em hemû karekî bikin bo hiştina aramiyê li Herêma Kurdistanê

Çavkanî: KDP.info

Ajans-KDP.info-  Endamê Komîteya Peywendiyên Derve ya Kongresa Amerîkayê tekez kir ku divê polîtîkaya Amerîkayê ya li İraqê di berjewendiya hevpeymanên wê de be.

 

Ron Johnson Senator û Endamê Komîteya Peywendiyên Derve ya Kongresa Amerîkayê di hevpeyvînekê de ligel kanala CNBC a Amerîkî, wiha axifî: “Divê polîtîkaya Amerîkayê ya li Iraqê bi awayekî be ku di berjewendiya hevpeymanên wê de be, ew jî Kurd in, divê em hemû karekî bikin bo hiştina aramiyê li Herêma Kurdistanê.”

 

Johnson got: “Rola Amerîkayê ew e ku navçeyê aram bike û îstiqrarê bîne, rê nede welatê wek Rûsya li Ukrayna hu Îran li Rojhilata Navîn navçeyê aram bikin, evna jî bi rêya hevkarîkirina Kurdan li Iraqê, Îsraîl û Ukrayna dibe ku dever were parastin.”

Nûçeyên têkildar