26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

60% ji kolandina xendeqê li navçeyên Kurdistanî bi dawî bûye

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info-Rêveberê giştî yê ragihandina wezareta Pêşmerge red dike ku kolandina xendeqê li navçeyên Kurdistanî ji bo diyarkirina sînorê Herêma Kurdistanê be, û dibêje mebest ji kolandina wê xendeqê tenê ji bona rêgirtinê ye li pêşiya hatina girupên terorîstan ku 60% bi dawî hatiye.

 

Helgurd Hikmet, Rêveberê giştî yê ragihandina Wezareta Pêşmerge ya hikûmeta Herêma Kurdistanê ji KDP.info re ragihand: “Kolandina xendeqa li navçeyên Kurdistanî yên li dervey îdareya Herêmê berdewame û heta niha jî nêzîkî 60% bi dawî hatiye, mebest ji kolandina wê xendeqê tenê ji bona rêgirtinê ye li pêşiya hatina girupên terorîstan, ne ji bo diyarkirina sînorê Herêma Kurdistanê ye.”

 

Helgurd Hikmet, got jî: “Ev xendeq bi biryara wezareta Pêşmerge tê kolandin û pilaneke ji bo hevkariya hêzên Pêşmerge ye li navçeyên Kurdistanî yên li dervey îdareya Herêmê.”

 

Hevdem zelal jî kir ku “kurbûna xendeqê nêzîkî 3 mitrane û behnaya wê jî zêdeyî 2 mitrane û kolandina wê xendeqê dê berdewam be heta li hemû navçeyên Kurdistanî bê kolandin.”

Nûçeyên têkildar