Parlamentoya Iraqê runişt û Serok û cîgirên wî hatin destnîşan kirin

Bexda-KDP.info-ÎroEncûmena Nûnerên Iraqê civiya û di civîna îro ya serkirdeyên aliyên siyasiyên Iraqê, kandîdê serokê parlemana Iraqê û her du postên cîgirê yekem û duyem ên serokê parlemanê destnîşan kirin.
Hat ragihandin ku îro sêşemê 15/7/2014 aliyên siyasî li ser destnîşankirina kandîdê desteya serokayetiya parlemanê lihev kirin.
Aliyên siyasî li ser destnîşankirina kandîdê Suneyan bo serokê parlemana Iraqê (Selîm Ciborî) rêkeftin û ji bo cîgirê yekem ê serokê parlemanê jî kandîdê li ser lîsta dewleta yasa (Heyder Ebadî) hate destnîşan kirin , (Aram Şêx Mihemed) namzetê ser bi lîsta Goran a Kurdî jî bo postê cîgirê duyem ê serokê parlemanê hate destnîşan kirinê.




